Asayişa Qamişlo endamekî din ê PDK-Sê binçav kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Qamişlo endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) binçav kir.
Jêderekî ji PDK-Sê ji K24ê re ragihand, derengê şeva bûrî dewriyeke asayişê avêtin ser mala endamê PDK-Sê Şoreş Murad û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Demek e Asayişa Rojava endam û serkirdeyên partî û rêxistinên di nava ENKS digire û tometa girtina wan jî nayin diyarkirin.
Duhê jî, asayişa Dêrikê endamê Sekreteriya YXCDK-R û endamên Komîta Herêmê yê PDK-Sê Deham Mihemd Osman li gundê Kelhê binçav kiribûn.
S. B