Cejna Remezanê û salvegera komkujiya Kobanê
K24 – Kobanê
Cejna Remezanê li Kobanê bi xemgînî derbas dibe, ji bir êş û azarên ku li ser Kobaniyan de di 25 Hezîranê de pêk hatibû, ku komkujiya DAIŞê di vê rojê de bi serê welatiyên bajêr de pêk anîbû. Ji aliyekî din ve hêzên ewlehiya bajêr bi tevahî ketin amadebaşiyê ji bo parastina bajêr ji metirsiyên pêşbînkirî.
Cejina Remezanê ya îsal bi bîranîna komkujiya 25 Hezîranê re hat, ji ber vê yekê welatiyên Kobanê cejina xwe li ser goristana pakrewanên komkujiyê pîroz kirin, lê tevî wê welatiyên Kobanê ji kulturê cejinê bêpar neman û serdana xizmên xwe kirin.