Super Sako konsêrtekê li Hewlêrê lidar dixe

Stiranbêjê Ermenî Super Sako, binêt e di dawiya vê mehê de konsêrtekê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê lidar bixe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Stiranbêjê Ermenî Super Sako, binêt e di dawiya vê mehê de konsêrtekê li Kurdistanê lidar bixe.

Kompanya Vuka Ecênsî wê konsêrtê amade dike û birêve dibe. Gêzîm Mistefa, serperiştyarê karên wê kompaniyê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di dawiya vê mehê de, ewê konsêrtekê li bajarê Hewlêrê lidar bixin, têkta konsêrtê ji 50 Dolarî destpê dike û heya 200 Dolarî jî wê bilind bibe.

Gêzîm Mistefa diyar kir, ku ew dixwazin hin çalakiyên dilxoşkir li Kurdistanê û bi taybet li bajarê Hewlêrê encam bidin û ciwanên Kurd têde beşdarî bikin.

Rêkxerên konsêrtê pêşbîniya amadebûna bêtirî hezar kesî ji bajarên Kurdistan û Iraqê dikin.

Super Sako welatiyekî Ermînya ye û yek ji stiranbêjên cîhanî ye û bi stirana (Mî Gêna) hatiye naskirin, ku stiraneke meks e bi zimanê Ermenî û Ingilîzî ye, li nav Kurdistanê jî deng vedaye û hezkiriyên wê hene.

N.O