Lavrov: Divê rojhilatê Firatê vegere bin kontrola hukimeta Sûriyê

Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand, divê rojhilatê Firatê vegere jêr desthilata hikumeta Sûriyê û gotûbêjek digel Kurdan li wê navçeyê were pêkanîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand, divê rojhilatê Firatê vegere jêr desthilata hikumeta Sûriyê û gotûbêjek digel Kurdan li wê navçeyê were pêkanîn.

Sêrgey Lavrov ragihand, divê pirsgirêka bakurê rojhilatê Sûriyê were çareserkirin, ew jî bi rêya radestkirina wê navçeyê ji hikumeta Sûriyê re û pêkanîna gotûbêjekê digel Kurdên li wê navçeyê. Tekez jî kir, divê digel wê yekê, ewleyiya Tirkiyê jî were garantî kirin.

Derbarê destûra Sûriyê jî got,  Komîteya Destûra Sûriyê dê di demek nêzîk de were pêkanîn û rewşa li ser erdê nabe rêgir, li ber pêkanîna wê Komîteyê.

Lavrov  derbarê Idlibê de jî got, divê dosya terorê li Idlibê were girtin û nabe ew çekdar li Idlibê bimîn in.

 

 

 

C.B