Qamişlo: Serxwebûn xewna bav û kalan e

Li bajarê Qamişlo ahengeke piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve bi rêve çû. Hijmarek ji weltiyên deverê li gel hin hunermend û komên folklorî beşdarî ahenga piştgiriyê bûn û bi tevayî helwesta “Erê” ji bo referandûmê nîşan dan.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ji bo piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê ku dê di 25ê Îlûnê de bi rê ve biçe, ENKSê welatiyên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê vexwendin ahengên piştgiriya referandûmê. Di ahenga bajarê Qamişlo de peyama ENKSê hate xwendin û piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê nîşan dan.

Di ahenga bajarê Qamişlo de hijmarek ji hunermend, rewşenbîr, komên folklorî herweha xelkên deverê beşdarî ahengê bûn.
Kesên beşdar di ahengê de dibêjin ku ev xewna bav û kalan e û derfeteke zêrîn e, pêwiste Kurd bi yek helwestê piştgiriya wê bikin.

Ji heyama 4-5 rojan ve encûmenên xwecehî yên ENKSê li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ahengên piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê kiribûn û li sê deverên cuda wek Hesekê û bajarokên derdorên wê, li Qamişlo û li devera aliyan ahengên piştevaniya referandûmê bi rê ve çûn.