Amerîka: Pêwendiyên me bi YPGê re demkî û teknîkî ne

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka aşkere dike, pêwendiyên Amerîka ligel YPG demkî û tektîkî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka aşkere dike, pêwendiyên Amerîka ligel YPG demkî û tektîkî ne.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Jonathan Cohen ragihand: “Me ti soz nedane YPGê. Ew di şer de ne, ji ber ku ew dixwazin wî şerî bikin, ji bo wan sedemên wan hene. Lê şerekî me yê hevbeş heye, têkşikandina rêxistineke teroristî ku destê xwe daniye ser navçeyekê li Iraq û Sûriyê. Ji ber wê pêwendiyên me ligel YPGê demkî û tektîkî ne.”

Ev daxuyaniyên Jonathan Cohen, di çarçova panelekê de hatin, ku di roja Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan serdana Washingtonê kiriye de li Instituta Washington ya Rojhilata Navîn de penalek derbarê pêwendiyên Amerîkî û Tirkiyê de birêve çûbû.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê berê di Wezareta Derve ya Amerîka de Alan Makovsky ragihand, pêwîst e Amerîka derbarê dahatûya siyasî ya YPGê guftûgoyê bike. Makovsky ji K24ê re got: “Hêvîdar im li piştî perdeyan de guftoyek derbarê rewş û pêwendiyan de ligel YPG hebe. Divê YPG ji Ocalanîzm bidûr bike. Divê YPGê di her warekî de xwe ji PKKê bidûr bixe.”