Newrozên Bakur li gorî salên berê qelebalixtir bûn

Pîrozbahiyên Newroza îsal ên bakur, li gorî salên berê xelebalixtir bûn. Siyasetmedarên Kurd ên bakur, sedema vê qelebalixê wekî bertekeke gel a li hember êrîşên li ser Kerkûk, Efrîn û girtina siyastmedaran nîşan didin û dibêjin; Kurdan nîşan da ku tevî her tiştî ew dest ji daxwaza mafên xwe yên rewa bernadin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Pîrozbahiyên Newroza îsal ên bakur, li gorî salên berê xelebalixtir bûn. Siyasetmedarên Kurd ên bakur, sedema vê qelebalixê wekî bertekeke  gel a li hember êrîşên li ser Kerkûk, Efrîn  û girtina siyastmedaran nîşan didin û dibêjin; Kurdan nîşan da ku tevî her tiştî ew dest ji daxwaza mafên xwe yên rewa bernadin.

Xelkê bajarên Bakurê Kurdistanê, eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiyên Newroza îsal da. Di serî de li Diyarbekir, Wan, Cizîr û bajarên din ên bakur bi sedhezaran kes bi girseyî li qadên Newrozê civiyan. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Fîlîz Buluttekînê got; di demên dawî de ji ber tayînkirina qeyûman, ji bo şaredariyan û girtina siyasetmedaran û herî dawî jî ji ber êrîşên li ser Efrînê, xelkê berteka xwe li qadên Newrozê nîşan da.

Hevseroka HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Fîlîz Bûlûttekîn ji K24ê re wiha axivî: "Di nav dilê xelkê de hêrseke mezin hebû. Dema ku me xebatên xwe li kuçeyan jî dimeşandin, xelkê ji me re digot ku 'em van tiştên ku li hember Kurdan diqewimin qebûl nakin' û dixwest in ku dawî li Rewşa Awarte bê anîn. Xelkê got ku 'Efrîn ne tenê ye' û bi hêzeke mezin li Efrînê xwedî derket."

Siysetmedarên bakur dibêjin; Kurd tî û birçiyên aramiyê ne û tevî aloziyan di qadên Newrozê de careke din daxwaza aştiya civakî kir. Serokê Partiya Maf û Azadiyan HAK-Parê yê Şaxa Diyarbekirê Nevzad Karakeçî di Newrozê de gotibû ku Kurd tenê dikarin bi yekîtiya neteweyî bigihîjin mafên xwe yên rewa. Karakeçî jî li ser qelebalixbûna pîrozbahiyên Newrozan dibêje; careke din xuya bû ku Gelê Kurd natirse û têkoşîna mafên xwe dide.

Serokê Hak-Parê yê Şaxa Diyarbekirê Nevzad Karakeçî dibêje: "Ew refleksa Kurdayetiyê, ew xeta millî, ew xeta welatparêzî her tim di cihê xwe de ye û zindî ye. Di nav xelkê de nerazîbûneke gelek mezin heye. Kurdên ku dengên xwe dane AK Partî, MHP û CHP'ê jî ji vê siyaseta ku li hember Kurdan tê meşandin, ne razî ne. Xelkê ferq kiriye ku ev siyaset li dijî başûr,  rojava û bakur tê meşandin."

Siyasetmederên Kurd ên bakur tînin zimên ku Kurdan bi helwesta xwe ya di Newrozê de peyamekê dane siyasetmedarên Kurdan û daxwaza yekalîkirina xeta mîlî kirine û peyamekê jî didin dewletê ku aştiya civakî tesîs bike û êdî mafên Kurdan ên demokratîk û mirovî bide.