DAIŞê taxeke Şamê kontrol kir

Riwangeha Sûrî: Çekdarên rêxistiya DAIŞê taxa "El-Qedem" li Şama paytexta Sûryê kontrol kirin û 36 serbazên rêjîmê kuştin û bi dehan jî birîndar kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku "Çekdarên rêxistiya DAIŞê taxa "El-Qedem" li Şama paytexta Sûryê kontrol kirin û hêzên Esed ji wê taxê derxistin".

Piştî hefteyekê ji radestkirina wê taxê ji aliyê opozisyona Sûrya ve ji bo hêzên rêjîmê, roja duşemê êvarî çekdarên DAIŞê ew tax kontrol kirin.

Li gorî zanyariyên Riwangeha Sûrî, di êrîşa çekdarên DAIŞê de, li ser wê taxê, 36 serbazên rêjîmê hatin kuştin û bi dehan serbazên din jî birîndar bûn.

Di dema derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê kontrolkirina wê taxê ragihandin, lê hîn Hikûmeta Sûryê ti daxuyanî li ser vê yek nedaye.

Kontrolkirina wê taxê ji aliyê DAIŞê ve, di demekê de ye, ku hêzên rêjîmê bizavan dikin Xûteya Rojhilat û tevahiya navçeyê derdora Şamê yên di bin destê opozisyonê de ne, kontrol bikin.

N.O