Brîtanya: Armanca êrîşê lawazkirina karînên leşkerî yên rêjîma Esed bû

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand, heger hikûmeta Sûriyê careke din bi çekê kîmawî êrîşî gelê Sûriyê bike, bi heman awayî êrîşî ser hikûmeta Sûriyê dikin. Got jî: Ev êrîş ji bo parastina asayişa netewî ya Brîtanyayê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand, heger hikûmeta Sûriyê careke din bi çekê kîmawî êrîşî gelê Sûriyê bike, bi heman awayî êrîşî ser hikûmeta Sûriyê dikin. Got jî: Ev êrîş ji bo parastina asayişa netewî ya Brîtanyayê bû.

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Armanca êrîşa me lawazkirina karînên leşkerî yên rêjîma Esed bû. Herwiha lêkolînên me derbarê bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê Sûriyê ve temam nebûne.”

Diyar kir jî, ev êrîş piştî belgeyên ketine destê Brîtanyayê hat, ku tekez dikin artêşa Sûriyê di roja 7ê Nîsanê de çekê kîmawî li dijî sivîlan bikar anûbû.

Got jî: “Divê rêjîma Esed ji wê yekê piştrast be, heger careke din çekê kîmawî bikar anî, bêgûman bi heman awayî êrîşan li dijî wan encam didin.”

Theresa May got: “Ew gav di berjewendiya asayişa niştimanî ya Brîtanyayê de bû û peyamek ji Netewên Yekgirtî re jî bû, ku nabe careke din dîmenên wan zarokên bi çekê kîmawî bûne qurbanî bibînin, ji ber wê bibawer im ev gava me û hevpeymanên me dirust bû.”

Serokwezîra Brîtanyayê amaje bi wê yekê jî kir, ew ligel hevpeymanên xwe berdewam dibin, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re di riya Netewên Yekgirtî re.

Destê sibeha îro, her yek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingeh û baregehên serbazî li Şama paytexta Sûryê û derdora wê bordûman kirin.

Wezareta Bergiriya Amerîka jî ragihandibû, hêzên wan sê bingehên taybet bi bernameya çekên kîmawî yên rêjîma Beşar Esed li derdora Şamê bordûman kirine û eşkere kir, ku ew bordûman pêncî xulekan berdewam kiriye.

 

S. B