Kusret Resûl: Kerkûk bûye leşkergeheke wêrankirî

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî ragihand, Kerkûk bûye leşkergeheke wêrankirî û sîmaya medenî û şaristanî tê de hatiye lawazkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî ragihand, Kerkûk bûye leşkergeheke wêrankirî û sîmaya medenî û şaristanî tê de hatiye lawazkirin.

Kusret Resûl Elî bi boneya bîranîna 27emîn a azadkirina Kerkûkê di peyamekê de ragihand, her çi Kerkûk niha bandora bûyera nexwastî ya vê dawiyê de ye, ku ji aliyê neyarên ve bi planeke pêşwext bow ê hatibû danîn, careke din hêrsa ketiye bin ewrekî reş.

Tekez kir jî, niha jiyana rûniştvanên resen ên Kerkûkê bi tevahiya pêkhateyan hatiye têkbirin û nava bajêr û derdora wî jî bûye leşkergeheke wêrankirî û sîmayên medenî û şaristanî tê de lawaz bûye.

Di dirêjahiya peyama xwe de Kusret Resûl radigihîne, ne tenê Kurd û Kerkûkî bi tenê bangeşeya Kurdistanîbûna Kerkûkê dikin, belkû dîrokê ev rastî çespandiye û neyarên netewa me ji berî dostên me li wê rastiyê mikur tên.

Tekezî li wer wê yekê jî, ji ber wê bajarê Kerkûkê di wîjdana her kerkûkiyekî û her Kurdekî niştimanperwer de, bajarekî Kurdistanî ye û dê her Kurdistanî jî bimîne.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê got jî: “Niha rewşa li Kerkûkê awarte ye û dirêj berxwe nade, roja rizgarî û serfiraziyê ji wan êş û azaran nêzîk e.”

Ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve, Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Iraqî û mîlîşyayên Şîe bi hevkariya çend berpirsan hat dagîrkirin û niha ew bajar ji hêzên Iraqê bûye leşkeregehek û ta niha rewşa ewlehiya bajêr jî ne aram e û nayê kontrolkirin.

 

S. B