Serokwezîr Barzanî: Berpirsiyarî li stûyê Bexdayê ye

Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji her aliyê Kurdistanî kir, piştgiriya Pêşmerge bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê hukimeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî liser gefên êrîşkar ên Artêşa Iraqê û Hêzên Heşdî Şabî yên ser bi Îranê ve, liser Kerkûkê bala desthilata Bexdayê kişand.

Serokwezîr berpirsiyariya her êrîşê bi sekna Bexdayê ve girêda û got ku: “Ev şer dê Iraqê bixe rewşek gelek metirsîdar. Em bangewazî hêzên Iraqê dikin, xwe ji kiryarên şerkar dûrbixin“.

Barzanî bagî rêberê olî yê Şîa Ayetullah Sistanî kirk u, rola xwe bilîze û herweha got: “Ez bangî aliyên siyasî dikim, bi erk a xwe rabin û bi berpirsiyarane tevbiger.”

Herweha Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji her aliyê Kurdistanî kir, piştgiriya Pêşmerge bikin.