Erdogan: Emê ji Girê Sipî heya Qamişlo û Qendîlê biçin
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan careke din gef li PKKê û YPGê kir û ragihand, ku ji Rojavayê Kurdistanê heya Qendîlê ewê bi berdewamî şerê PKKê bikin.
Erdogan di Perlemana Tirkiyê de, ji perlemanterên partiya xwe re got: Me di nav sînorên Tirkiyê de PKKê şikandiye û emê li derveyî sînor jî şer bikin heya em dawiya PKKê bînin.
Erdogan diyar kir, ku li Rojavayê Kurdistanê ji Girê Sipî heya Qamişlo, li Iraqê jî, li Şingalê û Qendîlê ewê bixurtî şer bikin.
Li aliyekî din Erdogan bang li CHPê kir ku pêdeçûnekê ji pêwendiyên xwe re li gel HDPê bike û got: PKK li Bakurê Kurdistanê li meydana şer tengav bûye û dixwaze di siyasetê de xurt bibe û HDP bihêz bike. HDPê bi xêra dengên CHPê kete nav Perleman de û CHPê bi vê siyasetê piştevaniya PKKê kir.
N.O