Evro Civata Asayîşa Nêvdewletî derbarê Suryayê dicive
K24- Hewlêr
Bi armanca gotûbêjkirina rewşa bakûra rojavaya Suryayê, evro Civata asayîşa Nêvdewletî dê bicive.
Ajansa Firans Pirês belavkirîye, li ser daxwaza Elmsnîya, Kiweyt û Belcîka biryare evro Civata Asayîşa Nêvdewletî bi cive û di civînê de rewşa deverên bakûra rojavaya Suryayê gotûbêj bikin.
Heyînîya bûrî, Civata Asayîşa Nêvdewletî li ser rewşa Idlibê û girjîyên di navber a hikumeta Surya û çekdarên Opizisyonê civîya bû.