Îsraîl gefa xistina Esed di “lîsta xeternek” de dixwe

Wezîrê Anerjiyê yê Îsraîlî Yuval Steinitz gefê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dixwe, heger rê bide Îranê hebûna xwe li Sûriyê bisepîne, dê wê têxin “Lîsta Xeternek”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Anerjiyê yê Îsraîlî Yuval Steinitz gefê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dixwe, heger rê bide Îranê hebûna xwe li Sûriyê bisepîne, dê wê têxin “Lîsta Xeternek”

Li gor rojnameya “Yedioth Ahronoth” a Îsraîlî, Wezîrê Anerjiyê yê Îsraîlî Yuval Steinitz gotiye, heger Beşar Esed rê bide hêzên Îranî êrîşan ji nava xaka Sûriyê li ser Îsraîlê encam bidin, dê xwe û rêjîma xwe di bazna xeternek de bibîn.

Got jî, ew nikarin di rewşkê de bijîn û Îran ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bike û Beşar Esed bi aramî li koşka xwe rûne.

Îsraîlî dibêje, hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê de mûşekan davêjin Îsralê û duhî Wezîrê Îstixbarat û Veguhastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got, havîngeheke kêşoka li ser berfê li bilindahiyên Colanê bi mûşekekê ku ji nava xaka Sûrî hatiye avêtin, hat armanckirin, lê bi riya “Gunbeda Hesinî” ya Îsraîlê rêgirî lê hate kirin.

Yisrael Katz gefa şerekî vekirî li Îranê xwar û got:  “Îsraîl amade ye heger pêwîst bike, agirê wê rûbirûbûnê germtir bike û Tilevîv hemû hewlên xwe dike ji bo hejmûna Îranê li Sûriyê zêde nebe.”

Got jî: “Siyaseta me hat guhartin û niha rûbirûbûna me bi Îranê vekirî ye û heger pêwîst bike ew rûbirûbûn tundtir bikin, dê dikin.”

 

S. B