Îran, Iraq û Tirkiye li ser referandûmê daxwazekê ji civaka navdewletî dikin

Wezîrên derve yên welatên Iraq, Tirkiye û Îranê piştî civîneke sê alî li New Yorkê ku yek mijarê sereke yên civînê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê bû, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên derve yên welatên Iraq, Tirkiye û Îranê piştî civîneke sê alî li New Yorkê ku yek mijarê sereke yên civînê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê bû, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Li gor wê daxuyaniya hevbeş, her sê alî referandûmê red dikin û tekezî li ser parastina Iraq, Tirkiye û Îranê dikin.

Di daxuyaniyê de hat, her sê welat li ser wê perensîpê yekdeng in û careke din tekezî li ser yekperçeyîya Iraqê kirine. Derbarê proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê de ku biryar e di 25ê Îlonê de bi rê ve biçe, metirsiyên xwe derbirîne, ku hemû destkeft û serkeftinên Iraqê di warê şerê Terorê de dixe metirsiyê û pirsgirêkên din li navçê dirust dike.

Wezîrên derve yên her sê welatan dibêjin, pêwîst e di çarçova destûrê de pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bêne çareserkirin û tekezî li hewla navdewletî kirine ku Herêma Kurdistanê referandûmê neke û bi navbênkariya navdewletî wan çareserkirina pirsgirêkan bê kirin û careke din daxwaz ji civaka navdewletî kirine, pêdaçûnê di proseyê de bike.

Lê di daxuyaniyê de ti gefek li Herêma Kurdistanê nexwarine û tenê daxwaz û nîgeraniya welatên xwe yên derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihandine.