Festivala piştgiriya referendûmê bû rojeva Swêdê

Rojnameyên herî mezin ên Swêdê di rûpelên xwe yên yekem de cih dan vê çalakiya mezin a Kurdistaniyan û roja referendûma Kurdistanê wekî roja hêviyê ji bo Kurdan û Kurdistanê binav kirin.

K24 – Navenda Nûeyan

Festîvala piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê ku li Medborgarplatsen a li paytexta Swêdê Stockholmê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê, bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24 lidar ket, bû rojeva medyaya swêdî û raya giştî ya Swêdê. Rojnameyên herî mezin ên Swêdê di rûpelên xwe yên yekem de cih dan vê çalakiya mezin a Kurdistaniyan û roja referendûma Kurdistanê wekî roja hêviyê ji bo Kurdan û Kurdistanê binav kirin.

Di festîvalê de, ligor Polîsê Stockholmê di navbeyna 6500-7000 kesan beşdarî kir. Li gor organîzatorên festîvalê ev hejmar 8 heta 9 hezaran bû û wekî mezintirîn çalakîya xwepêşandanî di salên dawî de li Stockholmê hate destnîşankirin. Balkêş bû di nav xwepêşanderan de hejmara gencan gelek zêde bû. Bi hezarên Alên Kurdistanê meydana Medborgarplatsen xemilandin.

Rojnameyên Aftonbladet, Expressen, Dagens Nyheter, Göteborg Posten festîvala Kurdistaniyan, bi sernivîsa ”Piştgiriya mezin ji bo Kurdistana Serbixwe” pêşkeşî xwendevanên xwe kirin. Di gotarên rojnameyan de ligel beşdarvanên festîvalê hevpeyvîn hatin kirin, ku amadevanan roja referendûma serxwebûna Kurdistanê, wekî roja dîrokî ji bo Kurdistanê binav kirin û daxwaz ji cîhanê û raya giştî ya navneteweyî kirin ku rêzê û piştgiriyê ji îrade û vîn a gelê Kurdistanê re bigrin.

Herweha 19ê Îlonê roja sêşemiyê li Parlementoya Swêdê konferansek liser helwêsta Swêdê girêdayî referendûma serxwebûna Kurdistanê lidar dikeve,  hemû partiyên di Parlementoya Swêdê de di Konferansê de beşdar dibin. Parlementer û berpirsên Partiyên Parlementoya Swêdê di vê Konferansê de, dê helwêstên xwe bi zelalî diyar bikin. Hîn berî Konferansê, Parlementerê Partiya Liberal û berpirsê pêweniyên derve Fredrik Malm ji Kurdistan24 re diyarkir ku, Partiya Liberal piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike. Kurdistan di rêya demokrasiyê û pêkvejiyanê de bûye nimûne, ew herweha daxwaz dikin Swêd wekî welat jî piştgirê dewleta Kurdistanê be. Parlementerê Partiya Sosyal-Demokrat a ku Partiya desthilatdar a Swêdê ye Serkan Köse ji Kurdistan24 re destnîşan kir ku, Partiya wî rêzê ji referendûma serxwebûna Kurdistanê re dike û di roja Konferansê de, dê helwêsta xwe bi awayek erênî pêşkeşî raya giştî bike.