Li Diyarbekirê nexweşxaneya ajalan bûye hêviya ajalvaniyê

Li Diyarbekirê, 3 sal in ku ji bo mih û bizinan nexweşxaneyek hatiye vekirin û ev nexweşxane ji bo rewşên lezgîn 24 saetan xizmetê dide. Li vê nexweşxaneyê ji labaratuvarê heta emeliyetxane û dermanxaneyê hemû beşên pêwîst hatine vekirin. Ji bilî gundiyên ku ajalan xwedî dikin, kesên ku ajalên biçûk xwedî dikin jî ji xizmeta vê nexweşxaneyê sûdê werbigirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, 3 sal in ku ji bo mih û bizinan nexweşxaneyek hatiye vekirin û ev nexweşxane ji bo rewşên lezgîn 24 saetan xizmetê dide. Li vê nexweşxaneyê ji labaratuvarê heta emeliyetxane û dermanxaneyê hemû beşên pêwîst hatine vekirin. Ji bilî gundiyên ku ajalan xwedî dikin, kesên ku ajalên biçûk xwedî dikin jî ji xizmeta vê nexweşxaneyê sûdê werdigirin.

Li Diyarbekirê ji bilî beytariyên taybet ên ku bi dermankirina ajalan ve bilî dibin, nexweşxaneyeke taybet jî tenê ji bo ajalan xizmetê dide. Ev nexweşxane, bi armanca venêrîna mih û bizinan hatiye vekirin lê bi kadroya xwe ya ji 6 beytaran pêk tê, li ajalên biçûk jî dinihêrin. Hekîmê Veterîner Mûrat Tekîn dibêje; derfetên ku beş bi beş li beytariyan hene, hemû li vê nexweşxaneyê hatine bicihkirin û hemû kes dikarin ajalên xwe li vê derê derman bikin.

Hekîmê veterîner Murat Tekîn ji K24ê re got: "Nêzîkî 5 hezar endamên me hene. Em di serî de hewil didin ku ji bo endamên xwe sûdewar bin. Ji bilî wê, em li hemû ajalan dinihêrin. Armanca me ew e ku em xizmeteke baş ji bo xelkê Diyarbekirê bikin. Em bi alav û amûrên xwe dikarin hemû êşên ajalan teşhîs bikin."

Ji ber ku hemû êşên li ser ajalan peyda dibin, bi rêya tehlîl û venêrînê tên diyarkirin, zêdetir kesên ku pisîkan xwedî dikin, serdana vê nexweşxaneyê dikin. Beytar jî bi alav û amûrên xwe û cerebeyên pîşeya xwe kontrola pisîkan dikin. Pisîka Ayşe Tekîn ji ber nexweşînê ji 7 kîloyan daketiye 5 kîloyan lewra Tekîn 2 meh in ku pisîka xwe li vê derê derman dike.

Ajalhez Ayşe Tekîn dibêje: "Ez berê ji pisîkan gelek ditirsiyam. Lê piştî ku ez ketim nav cîhana wan, min dît ku tiştekî tirse tuneye. Pisîka min nexweş ket, ez tînim vê derê û bi alîkariya beytarên vê nexweşxaneyê niha baş e. Ajal bê zar û ziman in, nikarin derdê xwe bibêjin, hezkirina ajalan ji ber rehimê ye, kesên ku ji ajalan hez nekin, ji mirovan jî hez nakin."

Li vê nexweşxaneyê ji bo dermankirina ajalên bêxwedî yên wekî kuçik û pisîkan heqdest nayê girtin. Şêniyên bajar û navçeyên derdorê jî ji vê xizmeta tomarî razî ne û dibêjin; nîvê şevê be jî êdî cihek heye ku em ajalên xwe bidin dermankirin.