Wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya û Îranê dê li Newyorkê bicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya û Îranê hefteya bê, rewşa Sûriyê li Newyorkê gotûbêj dikin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu ragihand ku, ew dê digel Wezîrên derve yên Rusyayê Sergey Lavrov û Îranê Mhemed Cewad Zerîf di çarçoveya Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de li Newyorkê bicivin, û dê di wê civînê de rewşa Sûriyê gotûbêj bikin. Mewlud Çawuşoglu herweha got, dibe ku kar zêdetir li ser prosêsa siyasî li Suriyê were kirin.
Roja dûşemiya borî Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtin û Serokomarê Tirkiyê li Soçî liser avakirina devereke bê çek di navbeyna hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên Opozisyonê de li Idlibê, herweha berdewamî dan bi şerê terorê, lihev kiribûn.
C.B