YNK ji bo diyarkirina dema lidarxistina kongirê xwe dicive

Civata navendî ya YNK nivîseke fermî ji hemû endamên serkirdatiya YNK re şandiye û mijara kongir yekalî kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, civata navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ragihand, ku wan biryar daye roja 15ê vê mehê civata serkirdatiya YNK û civata navendî civîneke hevbeş lidar bixin û têde mijara kongirê YNK yekalî bikin.

Ji bo wê armancê jî, civata navendî ya YNK nivîseke fermî ji hemû endamên serkirdatiya YNK re şandiye û mijara kongir yekalî kiriye.

Ev pêşveçûn jî di demekê de ye, ku berî niha civata serkirdatiya YNK çend civîn lidar xistibû ji bo destnîşankirina roja kongir, lê ji ber pirsgirêkên navxweyî, heya niha YNK nekariye biryara dawî bide.