Rageşiya navbera Amerîka û Tirkiye di ser YPG re berdewam e

Li gor nêrîna pisporan karîgeriya berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ji ya Trump zêdetir e û tevî dilgiraniya Tirkiye Amerîka dê dev ji piştevaniya YPGê dê bernede.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêrîna cudahiya ya li ser YPGê di navbera Amerîka û Tirkiyê de berdewam e. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand wê êdî çek neşînin YPGê lê piştre Pentagon jî daxuya kir li Sûriyê hevkariya wan bi YPG re dê berdewam be. Li gor nêrîna pisporan karîgeriya berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ji ya Trump zêdetir e û tevî dilgiraniya Tirkiye Amerîka dê dev ji piştevaniya YPGê dê bernede.

Rageşiya navbera Amerîka û Tirkiye di ser YPG re berdewam e. Piştî serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li Washingtonê hat ragihandin Serokê Amerîka Donald Trump soz daye Tirkiye ku Amerîka alîkariya leşkeriya YPGê wê neke. Lê belê piştî demekê Wezareta Bergirî ya Amerîkayê jî daxuya kir hevkariya wan digel YPG dê bidome. Tirkiye ji alîkariya bo YPG gelek dilgiran bû û Erdogan got dibe ku di nav vê hefteyê de ligel Trump careke din wê hevdîtinekê bike.

 Pisporê Rojhilata Navîn Bora Bayraktar amaje kir Trump her çiqas Serok bibe jî girîngiya gotinên wî tune. Li gor Bayraktar polîtîkaya Amerîka ya li ser Sûriyê û Iraqê ne Trump, Pentagon diyar dike û ev polîtîka jî wê bibe sedema berdewamiya rageşiya navbera Enqere û Washington.

 Bora Bayraktar-Pisporê Rojhilata Navîn, diyar dike:

“Li ser meseleya Sûriyê, civîna Soçiyê ya navbera serkirdeyên Rûsya-Tirkiye-Îran ne bi dilê Amerîkayê bû loma Trump telefonê Erdogan kiribû da ku bi Tirkiye re hevkariyek bike lê belê Pentagon berevajiya Trump got ew ê alîkariya YPGê bikin. Niha polîtîkayên li Rojhilata Navîn ên Amerîkayê berpirsên Pentagonê ku li herêmê jî bi awayek aktîf xebitîne diyar dike û li dijî Tirkiyê tevdigerin. Ev yek wê bandoreke xerab li ser têkiliyên Enqere û Washingtonê jî dê bike.”

 Li gor pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Huseyîn Bagci jî Amerîka li Sûriyê demek din dê bimîne ji bo vê tekane çare bo Amerîka YPG ye.

 Prof.Dr. Huseyîn Bagci-Pisporê Pêwendiyên Navdewletî, dibêje:

“Her çiqas ji ber piştevaniya Amerîka bo YPG Tirkiye aciz bibe jî Washington dê dîsa çekan bişîne YPG. Çimkî Amerîka plan û berjewendiyên xwe li Sûriyê di ser YPG re pêk tîne loma jî dev ji alîkariya YPG dê bernede. Li hemberî vê Tirkiye nikare tiştekî bike. Ev cudahiya nêrînê berdewam be jî ne Tirkiye ne jî Amerîka dê dev ji têkiliyên xwe yên dualî bernedin.”

Niha di rojên bê de tê çaverêkirin bi rêya telefonê Erdogan û Trump li ser meseleya YPGê dê biaxivin. Lê li gor şarezayan piştî vê hevdîtinê zehmet e ku Amerîka polîtîkaya xwe ya li ser YPG biguherîne çimkî der barê polîtîkayên herêmê de karîgeriya rayedarên leşkerî ji ya Trump zêdetir e.