Usama Nucêfî daxwaza diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike
K24 – Navenda Naûçeyan
Careke din cîgirê serokê Iraqê Usama Nucêfî daxwaza destpêkirina gotûbêjan di navbewra Hewlêr û Bexdayê de dike.
Usama Nucêfî di dema pêşwazîkirina balyozê Îtalya li Iraqê Marko Karnîlos ragihand: “Pirsa referanduma Herêma Kurdistanê ne kêşeya tekane ye li Iraqê, lê çendîn kêşeyên din din yên siyasî hene û pêwîst e ji bo çarekirina wan, dest bi diyalog bê kirin.”
Nucêfî tekez kir ku divê mafên hemû pêkhatên Iraqê parastî be û ti aliyek neyê piştguhkirin.