DAIŞ êrîşê kesên ji Baxozê derdikevin dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê çekdarên DAIŞê xwe di nava hejmarek malbat û çekdarên DAIŞê yên ji Baxozê derdikevin de teqandin û di encamê de şeş kes hatin kuştin.
Demek e Hêzên Sûriyeya Demokratîk dorpêç li ser Baxozê dawî baregeha DAIŞê li Dêrazorê teng kiriye û dest bi rizgarkirina sivîlan kiriye û li gor zanyariyan di 5 hefteyên dawiyê de zêdetir ji 20 hezar ji malbat û çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê dikin.
Ajansa “Reuters” belav kir, ji bo cara yekem li Baxozê 3 çekdarên DAIŞê xwe di nava kesên ji Baxozê derdikevin de teqandin û di encamê de 6 kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Berpirsê Navenda Ragihandinê HSDê Mustefa Balî ji wê ajansê re da xuya kirin, ew êrîşên xwekujî li 3 deriyên derketina malbatên DAIŞê hatin encamdan û 3 şervanên HSDê jî birîndar bûn.
Ji ber hebûna sivîl û malbatên DAIŞê niha HSD êrîşên xwe bi hişyarî birêve dibe û DAIŞ di rûbereke nêzî 400 metro çargoşe de dorpêç bûye, awayê bersivên wê ji êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê re jî bi riya êrîşên xwekujî û kolandina tonelan re dibe.
S. B