Newroz li Diyarbekirê bi coşeke mezin bi rê ve diçe

Îro gelê Kurdistanê li hemû bajar, bajarok û gundê Kurdistanê cejna Newrozê pîroz dikin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî îro pîrozbahiyên mezin bi rê ve diçin, lê mezintirîn ahenga cejna Newrozê li Diyarbekir bi çoş bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamêrê K24ê li nava ahenga bajarê Diyarbekirê got, Newroza herî bi coş û mezin li bajarê diyarbekirê tê pîrozkirin. Xelkê Diyarbekirê agir pêşxist û bi ala Kurdistanê û alên HDPê beşdarî merasîma Newrozê bûne.

Her çiqas gelê Kurdistanê cejna Newrozê pîroz dike û aheng û şahiyan bi rê ve dibin, lê bandora êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê bandora xwe li şahiyên Newroz kiriye û bi xemekê Newrozê pêşwazî dikin, lê welatî û siyasetmedarê Kurdî dibêjin, Newroz nîşana azadî û berxwedanê û banga yekrêziyê dikin.