Serok Barzanî daxwazekê arasteyî aliyên siyasî dike

Serok Barzanî daxwazê ji hemû aliyên siyasî dike, piştî cejnê dest bi guftûgoyekî binyatner bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî daxwazê ji hemû aliyên siyasî dike, piştî cejnê dest bi guftûgoyekî binyatner bikin.

Di bersîva pirseke kanala Kurdistan24ê de, ku di riya Nivîsîngeha Ragihandinê ve pêşkêşî Serok Barzanî hatibû kirin, di derbarê rewşa dawî ya Iraqê û qeyrana piştî proseya hilbijartina Encûmena Niştîmanî (Parlemanto) ya Iraqê de rêzdar bi vî awayî bersîvê da:

Piştevaniya her hewleke dilsozane û berpirsiyarane dikin ku ji bo çareseriya vê qeyrana kûr ya niha ya Iraqê be û bi taybetî çareseriya destûrî peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dixin rû.

Hêvîdar in piştî cejnê hemû aliyên siyasî beşdarî guftûgoyeke binyatner bikin, ji bo gihîştina çareseriyekî aştiyane û guncaw ku li berjewendiya hemû gelên Iraqê û li ser bingeha bi cîhkirina destûrê be.

 

S. B