Goran û Komela Isalmî daxwaza pêkanîna hikûmeteke demkî dikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyeke hevbeş de, Tevgera Goran û Komela Islamî ya Kurdistanê, daxwaz dikin ku hêz û aliyên serekî li ser hikûmeteke demkî lihev bikin.
Îro Tevgera Goran û Komela Islamî bi astekî pile bilind li bajarê Silêmaniyê civiyan û di daxuyaniya wan ya hevbeş de hatiye: "Herdu alî dibînin ku pêwîst e bi awayekî berpirsane serederî li gel vê qonaxê bê kirin, welatî guhertinên bingehîn dixwazin û divê hêz û aliyên serekî li ser hikûmeteke demkî lihev bikin ku erkê wê yê serekî birêvebirina diyalogeke serketî be li gel hikûmeta navendî."