Kalkan: Referandûma serxwebûnê tenê bangeşeyek e û divê çê nebe

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKKê Duran Kaklkan dibêje: “Referandûma serxwebûnê tenê bangeşeyek e û divê çê nebe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKKê Duran Kaklkan dibêje: “Referandûma serxwebûnê tenê bangeşeyek e û divê çê nebe.”

Kalkan ji televîzyoneke nêzikê PKKê re axivî û got, li Başûrê Kurdistanê mijara referandûmê wekî bangeşeyekê xistin nava rojevê. Bi vê armancê hatiye xwestin kU bandor li hin aliyan were kirin û li dijî PKKê were bikaranîn.

Kalkan diyar kir ku, biryara referandûmê bêyî kongreyeke netewî û pesendkirina nêrîna siyaseta demokratîk a 4 perçeyên Kurdistanê hatiye wergirtin. Lewma nabe mirov emrî waqî bike û referandûma serxwebûnê bangeşeyeke teng e.

Aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên Herêma Kurdistanê roja 7 Hezîranê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û biryara birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê li nevxwe û li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê di roja 25ê Îlona bê de dabûn.