Dadgeha dîvçûna Wirmê sizaya bidarvekirinê ji bo zîndaniyekî Kurd pesend kir

Dadgeha dîvçûna Wirmê sizaya bidarvekirinê ji bo zîndaniyekî Kurd pesend kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha dîvçûna Wirmê sizaya bidarvekirinê ji bo zîndaniyekî Kurd pesend kir.

Navenda Hengaw a ji bo mafê mirovan belav kiriye, dadgeha dîvçûnê Hîdayet Ebdullapûr ku zîndaniyekî siyasî û xelkê bajarê Şino ya rojhilata Kurdistanê ye, birêve çû. Di rûniştina dadgehê de biryara bidarvekirinê hat pesend kirin, ku bi tohmeta alîkarî kirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di şerê gundê Qerseqel a ser bi bajarê Şino de hatibû zîndanî kirin.