Mela Bextiyar: Divê ew kesên li pişt PDK û YNK li gel Bexda rê ketine, bên dadgehkirin

Mela Bextiyar:“Êrîşa li ser Kerkûkê karesateke dîrokî bû”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand: “Êrîşa li ser Kerkûkê karesateke dîrokî bû”

Mela Bextiyar di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka de behsa rewşa niha ya YNKê û Herêma Kurdistanê kir û got: “Heger lêkolîn bên kirin û derkeve ku bernameyeke din heye ji bilî bernama civîna Dokanê ya ji bo Kerkûkê, ku me li ser wê lihev kiribû, wê demê divê hemû kesên li pişt PDK û YNKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bi Bexdayê re kirine, bên dadgehkirin.”

Mela Bextiyar amade nebû navê ti kesekî ji wan serkirdeyên YNKê eşkere bike û got: “Ew 3 kes, diyar e nav û wêneyên wan gellekî tên belavkirin, ew ne bi tenê ne, kesin din jî hene destên wan tê de heye.”

Derbarê daxwaza pêkanîna hikûmeteke rizgariya niştimanî ji Kurdistanê re, Mela Bextiyar dibêje: “Wek YNKê ew ne pêşniyaza me ye, lê heger aliyekî din ji me re bibêje, divê Polîtbîro di civîna xwe de biryarê li ser bide.”