"Bê Goran û Komele Perleman dicive"
K24- Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê perlemana Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand: “Îro demjimêr heftê êvarî Perlemana Kurdistanê dicive û heger Tevgera Goran û Komela Islamî beşdar nebin jî wê Perleman bicive û postên wan li ser aliyên beşdar bên dabeşkirin.”
Êmînkî diyar kir, Yekem civîna Perleman taybet e bi pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê.
Navhatî di dema beşdariyê di bernameya Basî roj de, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di rûniştina Perlemana Kurdistan de, beha paşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê nayê kirin û ew pirs ji aliyê encûmena bilinda referandûmê ve biryar li ser hatiye dayin.”