Moskow amade ye liser Sûriye ligel Washington danûstandinan bike

Wezareta derve ya Rûsyayê radighîne, ji bo vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê ew amade ye digel Waşingtonê danûstandinan bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Rûsyayê radighîne, ji bo vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê ew amade ye digel Waşingtonê danûstandinan bike.

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgey Verşînîn di daxuyaniyekê de ragihand, danûstandinên wan di derbarê dîtina çareyekê ji krîza Sûriyê re heye û ew ji nêzîk ve biryara Serokê Amerîka derbarê vekşandina Hêzên wê ji Sûriyê dişopînin û diyar kir, Moskow amade ye hemû dozan digel Amerîka gengeşe bike.

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsya got jî, biryara vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê rewş heta astekê guherand, lê heta niha liser xaka Sûriyê ew yek çênebûye, û ew hebûna hêzên biyanî, yên ku bê erêkirina hikûmeta Sûriyê li wî welatî ne, ne rewa dibînin.

Derbarê rewşa Idlibê jî navborî got, eger Operasyonek serbazî li Idlibê were encamdan, dê ew Operasyon rêkxistî be,  û ew nahêlin devereke ewle ji terorîstan re hebe.

 

 

C.B