Amerîka pêwendiyê bi hevpeymaniya Sedir re dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê ofîsa siyasî ya Rêberê Şepêla Sedir Diya`i El-Esedî ragihand, ku Amerîka pêwendî bi endamên Hevpeymaniya Sairûn re kiriye".
Esedî ji ajansa Reuters re diyar kir, ku niha pêwendiyên rasterê di nav Amerîka û Hevpeymaniya Sairûn de tine ne û pêwendiyên ku hatine kirin, bi riya hin kesan bûne".
Berî niha gellek kêşeyên Amerîka li gel Muqteda Sedir û Ceyş El-Mehdî hebûn, ku di sala 2003yan de, Sedir ew hêz ji bo rûbirûbpna Amerîka û hevpeymanên wê li nav Iraqê pêk anîbû.
Li ser vê pirsê Esedî got: "Ti niyet li cem Muqteda Sedir tine ye ku careke din li çargoşeya yekem vegere û naxwaze ji bilî artêşê û polîs û dezgehên emnî yên Iraqî, ti hêzeke din di nav Iraqê de hebe".
N.O