Tirkiye bangeşeya dagîrkirina Til Rif'et dike û YPG red dike

Birûsk Hesekê: YPG berdewam e li ser berevaniyê di ber navçeya Şehba de ya li derdora Til Rif'et û hêzên me karin li pêşya êrîşa Tirkiyê li berxwe bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ragihand ku, îro hêzên wê karîne tevahiya navçeya Til Rif'et kontrol bikin.

Li gorî rojnameya Dayli Sebah ya Tirkî belav kiriye, hêzên Tirkiyê derbasî Til Rif'et bûne û ala Tirkiyê li nav wî bajarokî bilind kirine.

Rojnameyê nivîsiye, kontrolkirina wê deverê piştî wê yekê tê, ku firokeyên cengî yên Tirkiyê bi tundî êrîşî bingeh û baregehên YPGê kirin.

Herwiha jêderên serbazî yên Tirkiyê, behsa wê yekê dikin, ku wan kariye firîngeha Minnig ya serbazî li derdora Til Rif'et bi temamî kontrol bikin, ku berî niha ew weke bingeh û firîngeheke serbazî ji aliyê artêşa rêjîma Sûryê ve dihat bikaranîn.

Ji aliyê xwe ve, hin jêderên serbazî yên ser bi opozisyona Sûryê ve ragihandin, kontrolkirina Til Rif'et piştî wê yekê hat, ku hêzên Rûsî li gorî rêketinekê li gel Tirkiyê, serbazên xwe ji wê deverê kişandin.

Di beramber de, peyvdarê YPGê Birûsk Hesekê ragihand, ku nûçeya dagîrkirina Til Rif'et, derew e û artêşa Tirkiyê dixwaze bi wê yekê şerekî derûnî bike.

Hesekê got jî: "YPG berdewam e li ser berevaniyê di ber navçeya Şehba de ya li derdora Til Rif'et û hêzên me karin li pêşya êrîşa Tirkiyê li berxwe bidin".

Jêder: RT

N.O