Li Efrînê 47 welatiyên din şehîd bûn

"Piraniya ew kesên di encama bordûman û topbaranê de şehîd bûne, zarok û jin in, ku di nav wan de 16 zarok û 14 jin hene".

K24 - Navenda Nûçeyan

Di encama topbaran û bordûmana artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, 47 welatiyên sivîl şehîd bûn, ku piraniya wan zarok û jin bûn.

Ajansa Hawar ya nêzîkî YPG ragihand: "Bi sedema êrîşa artêşa Tirkiyê, ji duh ve 47 kesên din yên sivîl li navenda bajarê Efrînê şehîd bûne".

Li gorî wê ajansê, "Piraniya ew kesên di encama bordûman û topbaranê de şehîd bûne, zarok û jin in, ku di nav wan de 16 zarok û 14 jin hene".

Ev yek di demekê de ye, ku duh firokeyên cengî yên Tirkiyê bi sê mûşekan nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê bordûman kirin, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke welatiyên din jî, birîndar bûn e.

Bi gotina berpirsên Tirkiyê, ev çend roj in bajarê Efrînê ji aliyê hêzên wan ve hatiye dorpêçkirin û berpirs û fermandeyên YPG didin xuyakirin ku ew ji Efrînê dernakevin.

Artêşa Tirkiyê di 20/1/2018an de, bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin, piştî nêzîkî du mehan ji êrîşên ezmanî û zemînî, lê heya niha nekarîne tevahiya wî bajarî kontrol bikin.

Li gorî amarên Encûmena Tendirustiya Efrînê, heya niha nêzîkî 300 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 din jî birîndar bûne.

N.O