Amerika jiber şandina Petrolê bo Sûriye sizayan disepîne

Jiber şandina petrolê ji bo Sûriyê, Amerîka şeş kes û sê kompaniyan siza dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jiber şandina petrolê ji bo Sûriyê, Amerîka şeş kes û sê Kompaniyan siza dike.

Wezareta Gencîneya Amerîka di daxûyaniyekê de ragihand, jiber şandina petrolê ji bo Sûriyê, Amerîka dû welatiyên Îranê, û welatiyek her yek ji Rûsya, Sûriye, Iraq û Lubnanê, herweha sê Kompaniyên ku pêwendiya wan bi şandina petrolê ji bo Sûriyê, ku baregeha dû ji wan li Rûsya ye, siza kirye.

Ajansa Reuters ji berpirsek Amerîkî veguhestiye, Wezareta Gencîneya Amerîka kar liser ji hev xistina torek Îranî- Rûsî dike, ku kar ji bo şandina petrolê ji bo Sûriyê û alîkariya Feyleqa Quds a Îranî, Hizbullah û Hamas dike.

 

 

C.B