YNKê dawî biryara xwe da

Encûmena Serkirdayetiya YNKê biryar da, bê Tevegera Goranê û Komela Îslamî parlementoya Kurdistanê aktîv dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Serkirdayetiya YNKê biryar da, bê Tevegera Goranê û Komela Îslamî parlementoya Kurdistanê aktîv dikin.

Li gor zanyariyên K24ê, di civîna îro ya Encûmena Serkirdayetiya YNKê de bi zêdetirî du li ser sê ji endamên wê encûmenê biryar dan, ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û partiyên din parlementoya Kurdistanê aktîv bikin.

Berî bîstekê, civîna Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî li ser pirsa referandûm û aktîvkirina parlementoyê bidawî bû.

Her li gor zanyariyên K24ê, di civînê de serkirdayetiya YNKê biryar da,  ku di çend rojên bê de vê biryara xwe ji Tevgera Goranê û Komela Îslamî re radigihînin û heger ew razî nebûn nehatin parlementoyê, ew ligel PDK, Yekgirtûya Îslamî û aliyên din yên siyasî di hefteya bê de parlementoyê aktîv dikin.