Piştî êrîşa PKKyê Asayîşa Tirkiyeyê 54 kesan desteserkirin

Piştî êrîşa PKKyê ya li bajarokê Xelfetiyê, Asayîşa Tirkiyeyê 54 kesan desteserkirin.

K24- Hewlêr

Piştî êrîşa PKKyê ya li bajarokê Xelfetiyê, Asayîşa Tirkiyeyê 54 kesan desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bo desteserkirina kesên ko pêwendiyên wan bi êrîşa PKKyê re hene, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Asayîşa Tikriyeyê li bajarokê Xelfetiyê bi ser malan de digrin û heta niha 54 kes hatine desteserkirin.

2 roj berê li bajarokê Xelfetiyê di navbera gerîlayên PKKyê û Asayîşa Tirkiyeyê de şer derketibû. Di encamê de polîsek û 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dabûn û 2 polîs jî birîndar bûbûn.