Rewangeha Sûriye: YPG tankek Tirkiye jinav biriye

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan radighîne, YPGê tankek Artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê jinav biriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan radighîne, YPGê tankek Artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê jinav biriye.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, YPGê tankeke Artêşa Tirkiyê li Bakurê Helebê bi mûşekekê kiriye armanc û jinav biriye, bê ku ti zanyariyekê derbarê ziyanên canî eşkere bike.

Rewangehê belav jî kiriye, piştî jinavbirina wê tankê, Artêşa Tirkiyê hêzên YPGê li gundê Meryemîn ê bakurê Helebê topbaran kiriye.

Hêzên Tirkiyê li deverên Efrîn , Bab û Cerablus ên bakurê Helebê bicîh dibin, û car caran YPGê wan hêzan ji devera Şehbayê dikin armanc.

 

 

C.B