Mihsin Tahir : Amerîka bê Tirkiyê devera ewle ava nake

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihsin Tahir ragihand, Amerîka dê bê Tirkiyê devera ewle ava nake. Lê mercên Tirkiyê jî ew e ku hêzên niha deverê birêve dibin nemînin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihsin Tahir ragihand, Amerîka dê bê Tirkiyê devera ewle ava nake. Lê mercên Tirkiyê jî ew e ku hêzên niha deverê birêve dibin nemînin.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Mihsin Tahir li ser biryara Serokê Amerîka Donald Trump a avakirina devera ewle li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê ji K24ê re ragihand, çareseriya siyasî a Sûriya pêşerojê bê Kurd naçe serî. Hebûn û mafê gelê gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bûye pirseke navdewletî, lê hîna mijara ku hêzên navdewletî ku rasterast piştevaniya gelê Kurd bikin û esmanê wê biparêzin di asta guftûgoyê de ye.

Mihsin Tahir li ser devera ewle ya ku Amerîka pêşniyaz kiriye got: “Li gor xwendina me ji vê pirsê re, Amerîka dê bê Tirkiyê vê deverê ava nake. Lê mecên Tirkiyê jî hene û dê bibêje ev hêzên niha deverê birêve dibin nemînin. Di baweriya me de Amerîka dê mercên Tirkiyê bicih bîne.”

Li ser daxuyaniyên rayedarên Amerîkî yên bê parastina Kurdan ji Sûriyê venakişin got jî: “Tirkiye berî çend salan ve dixwaze wê devera ewle ava bike, lê Amerîka li pêşiya wê disekinî. Niha pêwendî di navbera Amerîka û Tirkiyê berdewam in û li dawiyê Amerîka Tirkan bi Kurdan nede.”

Herwiha got: “Lihevkirinine Tirkiye û Amerîka di bin masê re hene û Amerîka dê rê bide ku Tirkiyê derbasî hin deverên rojhilatê Firatê bibe, lê ne diyar e ew dever kû ne.”

Li yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û ser rola Herêma Kurdistanê Mihsin Tahir got: “Hewlêr bûye paytexta her çar perçeyên Kurdistanê û Serok Barzanî gerentîkarê sereke ya mafê gelê Kurd li her derekê ye, lê wî serperiştiya du hevpeymanan di navbera ENKS û PYDê de kir, lê ew neçûn serî.”   

 

 

S. B