Piştgiriya Kurdên Amerikayê bo referendûmê

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê San Diego girêdayî California ya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) xwepêşandanek mezin ji bo piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê hate lidarxistin.

Di xwepêşandanê de endamê Meclisa Komeleya Kurdî li San Diego Erdelanî Behrûzî axaftinek kir û diyarkir: “referendum encama têkoşîna sedsalan a gelê Kurd e û serxwebûn mafê xwezayî yê Kurdistanê ye, heta dawî em piştgirê vê proseyê ne”.

Serokê Komeleya rêya Azadiyê Dilxwaz Ehmed jî daxwazên xwe arasteyî gelê Kurd kir û got: “Em referendûmê bi serkeftinê biencam bidin. Her çi pirs, pirsgîrêk hebin, di 25ê Îlonê de em herin ser sindoqan û bêjin: Erê!”

Şêx Seit Mihemed Salih Berzencî jî destnîşankir: “Helwêsta Erê di referendûmê de, wefaya me, deynê me ji bo şehîdên me ye”.