Îran: 2 deriyên xwe yên sînorî bi Iraqê re girtin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hate ragihandin ku, piştî êrîşa hemberî numayişa serbazî ya li Ehwaz a Îranê ku îro rû da û hejmara kuştiyan gihiştiye 24an û ji 60î zêdetir brîndar hene, Komara Islamî ya Îranê du deriyên sînorî hemberî Iraqê bo awayekî demkî girtin e.
Ligor medya Iraqî, egera girtina deriyan ewleyî ye û ew deriyên bi awayek demkî hatine girtin: Deriyên sînorî yên Selamçe û Eş Şîb in.
Ligor agahdariyan deriyên sînorî ji derbasbûnên mirovan û yên bazirganî re ji bo demek nediyar a demkî hatine girtin.
Vê sibehê di numayişa serbazî ya li bajarê Ehwaz de, ligor agahiyên destpêkî Tevgera Niştimanî ya Rizgarkirina Ehwazê ev êrîş a ku bûye gerea hejmara zêde ya kuştî û brîndaran girtibû ser xwe. Ji aliyê xwe ve berpirsên Îranî tomet li Erebistana Siûdî û Amerika kiribûn.
C.B