"Bêtirî 80 perlemanteran beşdariyê di civîna perlemantoyê de dikin"

Dilşad Şehab tekez kir, "Bêtirî 80 perlemantarên piraniya aliyên siyasî, wê di civîna pêncşema bê de ya perlemantoya Kurdistanê beşdar bibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab, piştî civîna wan li gel firakisyona Yekîtî û Partî di perlemana Herêma Kurdistanê de ragihand, "Em bi hêvî ne tevahiya aliyan beşdariyê di ektîvkirina perlemantoyê de bikin".

Şehab tekez kir, "Bêtirî 80 perlemantarên piraniya aliyên siyasî, wê di civîna pêncşema bê de ya perlemantoya Kurdistanê beşdar bibin û piraniya aliyên siyasî, referandûma serxwebûna Kurdistanê wek pirseke niştimanî dibînin."

Navhatî diyar kir ku, "Niha hêvî û nîşan hene, di rojên bê de rewşa darayî û abûrî li Herêma Kurdistanê baştir bibe"