Ilham Ehmed: Çareseriya siyasî yekîtiya Sûryê diparêze

Ilham Ehmed: Ji destpêkê ve, me deriyê xwe ji bo danûstandinan bi Hikûmeta Sûryê re vekiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed ragihand, ku ew ji bo danûstandinên rasterê bi rêjîma Sûryê re amade ne.

Ilham Ehmed di hevpeyvînekê de, li gel malpereke nêzîkî PYDê diyar kir, ku ji destpêkê ve, wan deriyê xwe ji bo danûstandinan bi Hikûmeta Sûryê re vekiriye û ew ji bo her gotûbêjekê amade ne û got: Heger rêjîma Sûryê amade ye ji danûstandinan re, em jî amade ne rasterê dest bi gotûbêjan bikin.

Ehmed got jî: Çareya siyasî bijardeya tekane ye ji bo çarekirina kirîza Sûryê, herwiha parastina yekîtiya Sûryê dike û rê li ber avakirina Sûryeke nenavendî û demokrat vedike.

Ev diwem car e di nava yek heftiyê de, ku hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed radigehîne, ku ew ji bo danûstendinan bi rêjîma Sûryê re amade ne.

Piştî ku serokê Sûryê Beşar Esed ragihandibû: Heger HSD navçeyên di destê xwe bi diyalogê radestî me neke, wê artêşa Sûryê bi hêzê wan deveran kontrol bike. Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed, di 6ê vê mehê de ragihand, ku ew amade ne ji bo çarekirina wê pirsê danûstendinan bi Hikûmetê re bikin.

Herwiha duh hevserokê TEVDEMê Aldar Xelîl ragihand, ku heger Beşar Esed pirojeya Federaliya Demokrat bipejirîne, li cem wan, man û nemana Beşar Esed di desthilatê de, ne giring e lê ya giring şêwazê rêjîma nû ya Sûryê ye.

N.O