Fraksiyona PDKê beşdarî rûniştina parlemantoya Iraqê dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di parlemantoya Iraqê de Şaxwan Ebdulah ji K24ê re ragihand, endamên fraksiyona wan vegeriyane Bexdayê û beşdarî civîna îro ya parlemantoyê dibin.
Şaxwan Ebdulah amaje bi wê kir, wan ligel firaksiyonên din ên Kurdistanî axivîne û berî destpêkirina rûniştina parlemantoyê, fraksiyonên Kurdî civînekê dikin.
Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê got jî, tevahiya fraksiyonên Kurdî derbarê pirsên budce û tawanên Heşda Şeibî li Kerkûk û Xurmatûyê de hevhelwest in.
Fraksiyona PDKê ji ber biyara Parlemantoya Iraqê ya derbarê dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û helwestên wê yên li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê ve, demek e rûniştinên parlemanto baykot kiribûn.