Li Laziqiyê teqîn: Kuştî û birîndar hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Li parêzgeha Laziqiyê Teqînek bihêz pêk hat. Kuştî û biîndar hene.
Hat ragihandin ku teqîn îro nîvro li navçeya Ras Şemra ya bakurê rojavayê bajarê Lazqiyê pêk hatiye.
Çapemeniya rejîma Sûriyê behs dike ku teqîn di binkeyek leşkerî ya artêşa rejîma Sûriyê de, di dema amadekirina girtevideoya perwerdeya hêzên rejîmê de pêk hatiye.
Bêyî ku derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal bên dayîn, tenê hate gotin ku kuştî û birîndar hene.
Herwaha polîsê Lazqiyê jî red kir, ku teqîn ji ber kiryareke terorîstî pêk hatibe.