PDK dest bi karên pêkanîna hikûmetê dike

Ji bo destpêkirina gotûbêjên pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê serdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ji bo destpêkirina gotûbêjên pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê serdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran dike.

Medya fermî ya YNK belav kiriye, ku ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê, wê îro şandeke PDK serdana polîtbîroya YNK li bajarê Silêmaniyê bike.

Medya YNKê diyar kir, ku herdu alî di civînê de, wê dawîn pêşhat û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Ji aliyekê din ve, endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Nesreddîn Mehmûd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku şanda PDKê wê li Silêmaniyê li gel serkirdeyên Tevgera Goran bicive û pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Kurdistanê, li gel wan gotûbêj bike.

N.O