Rekora cîhanê ya qedexeya derketina derve di destê Sûrê de ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Encamê şerê di navbeyna PKK û hêzên ewleyîyê yên dewleta Tirk de, rekora cîhanê ya qedexeya derketina derve xist destê Sûr a Diyerbekrê de.

Ligor rapora Weqfa Mafê Mirov a Tirkiye (TIHV), qedexeya derketina derve di 8 kolanên Sûr a Diyarbekrê de ya 1 sal 8 meh û 23 rojan, rekora cîhanê ya qedexeya derketina derve ye.

Piştî bidawî hatina “Pêvajoya Çareseriyê” bakurê Kurdistanê bû qada şer di navbeyna hêzên PKK û hêzên ewleyî yên Tirkiye de û bi sedhezaran hevwelatiyên Kurd bûn qurbana vî şerî. Kuştin, teqîn, wêranî, derbederî…

Dewleta Tirkiye wekî metodek a îzolekirina PKK, qedexe li Kurdistanê bi awayek berfereh  bikar anîn, ku hevwelatî tadeya mezin ji vê siyasetê dibînin.

Nayê çaverêkirin di demek nêzîk de, siyaseta qedexeyan û şerê di navbeyna PKK û Tirkiye bidawî bibin.