31 leşkerên Sûrî di êrîşên DAIŞê de hatin kuştin

31 leşkerên artêşa Sûriyê û hêzên ser bi wê ve di êrîşên çekdarên DAIŞê de li başûrê Sûriyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

31 leşkerên artêşa Sûriyê û hêzên ser bi wê ve di êrîşên çekdarên DAIŞê de li başûrê Sûriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî belav kir, di heyama du rojên bûrî de li başûrê Şamê paytexta Sûriyê 31 leşkerên artêşa Sûriyê û hêzên pê re şer dikin di şer û pevçûnên bi çekdarên DAIŞê re hatin kuştin.

Ji nêzîkî 3 hefteyan e artêşa Sûriyê û hêzên ser bi wê ve li başûrê Şamê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî DAIŞê kirine.

Li gor zanyariyên Rewangehê jî ta niha zêdetir ji 150 leşker ji hêzên rêjîma Sûriyê, 120 çekdarên DAIŞê û 47 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Li gor medyaya hikûmeta Sûriyê jî, hêzên ser bi rêjîmê kariye piraniya deverên li başûrê Şamê wek Muxeyem Yarmûk û Hecer Eswed kontrol bikin.

 

S. B