NY: 38 hezar kes ji idlibê koçber bûn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekgirtî ragihand ku ji destpêka vê mehê 38 hezar û 500 kes ji Idlibê koçber bûn e.
Neteweyên Yekgirtî diyarkir ku, jiber tirsa tûndbûna şer, ji destpêka vê mehê ve 38 hezar û 500 kes ji Idlibê koçber bûn e.
Nivîsîngeha karûbarê mirovî di Neteweyên Yekgirtî de, ku di dema navbeyna 1 heta 12ê vê mehê şer bi awayekî berbiçav zêde bûye û zêdetirî 38 hezaran kes koçber bûn e.
Ev demek e rejîma Suriye, ligel Rûsya û hevpeymanên xwe yên din diyar kiriye ku, dê Operasyonekê hemberî Idlibê bi egera “paqijkirina terorîstan” birêve bibe.
Hêzên Hevpeymanan jî, ji aliyê xwe ve eşkere kirin e ku, eger heye rejîm li Idlibê çekên kimyawî bikar bîn e û ger tiştek weha rû bide, ew dê bi tundî bersîva rejîma Suriye bidin.
C.B