Li Efrînê 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 13 birîndar bûn

YPG: Serbazên birîndar bi helîkopteran, ji bo sînorên Tirkiyê hatin veguhestin û piştre jî bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên Kilîsê hatin şandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya Artêşa Tirkiyê li Efrînê berdewam e û li gorî daxuyaniyên YPGê, li devera Bilbilê êrîşî serbazên Tirkiyê hat kirin û di encamê de, 2 serbaz hatin kuştin û 13 serbazên din jî birîndar bûn.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera Bilbilê û Girê Qestelê, êrîşî hêzên Tirkiyê û çekdarên ketîbeyên bi navê (Artêşa Azad) kirine.

LI gorî agahiyên destpêkê di wê êrîşê de 2 serbaz hatine kuştin û 13 serbazên din jî birîndar bûne.

Jêderên nêzîkî YPGê ragihandin, ku serbazên birîndar bi helîkopteran, ji bo sînorên Tirkiyê hatin veguhestin û piştre jî bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên Kilîsê hatin şandin.

Ji 20ê meha derbasbûyî ve, Artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûriyê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û heya niha nekarîne derbasî nav bajarê Efrînê bibin.