Partî hêza yekem e ya hilbijartinan
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan ku bidest Kurdistan24ê ketine, Partiya Demokrat a Kurdistanê piraniya dengan aniye û li gorî aliyên beşdar li parêzgeha Silêmaniyê, saxtekariyeke mezin û eşkere hatiye kirin.
Her li gorî zanyariyan Partî li parêzgeha Hewlêrê û Dihokê be rêjeyeke mezin li pêşya aliyên din e û yekem e, herwiha li parêzgeha Nînewa jî Partî yekem e.
Li parêzgeha Silêmaniyê bi sedema destkarîkirin û saxtekariya rêxistî, di demekê de ku bêtirî 80 hezar endamên Partî hene, tenê nêzîkî 27000 deng ji Partî re hatine.
Ji ber ku parêzgeha Kerkûkê jî di bin dagîrkariya hêzên Heşda Şeibî de ye, ku bi alîkariya hin berpirsên aliyekî siyasî di Cotmeha sala derbasbûyî de çekdarên Heşdê derbasî Kekrûkê û Xurmatû û navçeyên din yên Kurdistanî bûn, Partî li wê parêzgehê hilbijartin baykot kir.
Li gorî daxuyaniyên berpirsên Komisyona Hilbijartinan, biryar e heya sibe encam bên yekalîkirin.
Ji koma 428 bingehên dengdanê, encamên 389 bingehan hatine yekalîkirin û encamên wan jî bi vê awayî ne.
Parêzgeha Hewlêr:
Partî 222106
Yekîtî 56064
Nifşê Nû-Şasiwar 52948
Hevpeymanî-Berhem Salih 36582
Komela Islamî 34156
Goran 29688
Yekgirtû 17569
Nesir-Heyder Ebadî 546
Koma giştî ya dengan 449659
Parêzgeha Dihokê:
Partî 298948
Yekgirtû 38376
Hevpeymanî-Berhem Salih 23641
Yekîtî 23020
Komela Islamî 3651
Goran 3385
Nesir-Heyder Ebadî 882
Koma giştî ya dengan 408292
Parêzgeha Nînewa
Partî 78750
Yekîtî 11168
Nesir-Heyder Ebadî 2751
Lîsta Niştman-Goran+Komela Islamî+Hevpeymanî 2026
Fetih 1258
Nînewa Hewîyetuna 1173
El-Qerar El-Iraqî 1067
Teyar El-Hikme 184
Koma giştî ya dengan 98414
Parêzgeha Silêmaniyê
Yekîtî 136400
Goran 96418
Nifşê Nû-Şasiwar 39356
Komela Islamî 29439
Partî 27021
Hevpeymanî-Berhem Salih 26569
Yekgirtû 16223
Teyar El-Hikme 1074
Nesir-Heyder Ebadî 409
Koma giştî ya dengan 3728999
Ev encamana ne yên dawî ne, ji ber ku heya niha hejmartina dengan li hin bingehan bidawî nebûye û li parêzgeha Silêmaniyê jî aliyên beşdar dibêjin ku saxtekariyeke mezin çêbûye, lewra ew daxwaz dikin ku deng bidestan nek bi amêrên eliktironî bên hejimartin.
N.O